Wezareta Pêşmerge: Destdirêjiya li ala Kurdistanê nayê qebûlkirin

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê êrîşa li ser baregeha PDKê li Bexdayê û şewitandina ala Kurdistanê bi tundî şermezar dike û daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dike, lêkolîneke cidî di wê derbarê de bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê êrîşa li ser baregeha PDKê li Bexdayê û şewitandina ala Kurdistanê bi tundî şermezar dike û daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dike, lêkolîneke cidî di wê derbarê de bike.

Wezareta Pêşmerge li ser zarê Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl daxuyaniyek belav kir û tê de hat: Şewitandin û bêrêziya li ala Kurdistanê ya pîroz ku ji aliyî sedan û hezaran Pêşmergeyên qehreman, xebatker û têkoşerên vê neteweyê, li bin sîbera wê de giyanên xwe bexşandine, bi tundî şermezar dikin.

Ala Kurdistanê, sembola berxwedana netewî ya Kurdî û remzê aştî, avedanî û pêkvejiyanê ye.

Êrîşa li ser baregeha her partiyek û aliyekê, piştre sivikkirina bi ala Kurdistanê, peyameke zelal e û tê xwastin bi zûtirîn dem nakokî û aloziyên siyasî bi aliyekî ve bên danîn û hemû partî û aliyên siyasî yên qada siyasî ya Kurdistanê yekdest û yekgirtî bin, ji bo pîroziyan biparêzin û rûbirûyê metirsiyên niha û pêşerojê bibin.

Daxwaz ji Hikûmeta Federal a Iraqê û hêzên demokrasiyê dikin, bi cidî lêkolîn bikin û rê li ber binpêkirinên bi vî rengî bigirin ku di dawiyê de mînberê pêkhateyan û parastina nirxên demokratîk û aştiya civakî li Iraqê dixe metirsiyê.

Destdirêjî û sivikiya bi ala pîroz a Kurdistanê, bi ti awayekî nayê qebûlkirin û divê êrîşker di zûrtirîn dem de rûbirûyî yasayê bêne kirin.

Em li Wezareta Pêşmerge dilgiraniya xwe nîşan didin û diyar dikin ku weke hêza Pêşmerge ya Kurdistanê di her dem û kêlîkekê de em parêzgerên ax û ala pîroz a Kurdistanê ne û wan weke bînahiya çavên xwe diparêzin.