li rojavayê Kurdistanê 2 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 96 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 96 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir û ragihand ku 2 kesan canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 96 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 18 kes li Hesekê, 29 kes li Qamişlo, 20 kes li Dêrikê, 11 kes li Girkê Legê, 6 kes li Dirbêsiyê, 5 kes li Til Temirê, 2 kes li Tirbesipiyê, 2 kes li Amûdê, 2 kes li Reqayê û 1 kes Minbicê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 7 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 2948 kesan, ji wan 630 kes baş bûne û 95 kesan jî canê xwe ji dest dane.