Mesrûr Barzanî: Rojane 1.7 milyon Dolar li berhemanîna elektirîkê xerc dikin
Ji ber zêdebûna pêwîstiya xelkê bi elektirîkê, xerciya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo berhemanîna elektirîkê û dabînkirina wê zêdebûnê, Serokê Hikûmetê radigihîne, “Rojane 1 milyon û 700 hezar Dolar ji bo berhemanîna elektirîkê xerc dikin.”
.jpg)
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber zêdebûna pêwîstiya xelkê bi elektirîkê, xerciya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo berhemanîna elektirîkê û dabînkirina wê zêdebûnê, Serokê Hikûmetê radigihîne, “Rojane 1 milyon û 700 hezar Dolar ji bo berhemanîna elektirîkê xerc dikin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li hejmara xwe ya tora civakî (Twitter) belav kir, “Pêwîstiya bi elektirîkê li hemû Herêma Kurdistanê di zêdebûnê de ye, vê yekê jî erkê aborî li ser hikûmetê zêde kiriye.”
Di beşeke din a twîtta xwe de, Serokê Hikûmetê ragihand, “Em jêrxaneya elektirîkê nû dikin û riyên berhemanînê çak dikin, ji bo xerciyê kêm bikin. Bi vê yekê jî dikarin projeyên din li hemû Kurdistanê zêde bikin.”
Ji bo dabînkirina elektirîkê ji hemû mal û cihên kar li Kurdistanê, Mesrûr Barzanî tekezî li wê dike, “Rojane 1 milyon û 700 hezar Dînar xerc dikin.”
Pêştir Serokê Hikûmetê Herêma Kurdistanê aşkere kiribû, hikûmet weberhênanê dike, ji bo dabînkirina enerjiya paktir û erzantir ji Kurdistanê re.
Kurdistan rojane 3 hezar megawatt elektirîk berhem tîne ku jêdera sereke ya berhemanîna wê elektirîkê wiha ye:
- Gaza xwezayî: %76
- Nefta reş: %13
- Projeyên avê %7
- Dizel: %4
Ev daxuyaniya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê ye, li gor şopandina K24ê li Herêma Kurdistanê bi sedan projeyên taybet bi karta elektirîkê bi vî awayî hatine encamdan:
- Hewlêr: 118 proje bi piştbestin bi %8 ji dahata elektirîkê bi 4.5 milyar Dînar.
- Silêmanî: 244 proje bi têçûna 7.86 milyar Dînar.
- Duhok: 44 proje bi têçûna 3.58 milyar Dînar.
- Germiyan: 7 proje bi têçûna 260 milyon Dînar.