Serok Barzanî bûyera gundê Ferhatiye şermezar dike

Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de bi tundî bûyera kuştin û revandina hejmarek welatiyên gundê Ferhatiyê ya parêzgeha Selahedîn Şermezar dike û radigihîne: “Pêwîst e Hikûmeta Iraqê, aliyên pêwendîdar û aliyên siyasî bi hevahengî sînorekê ji van cure tawanan re deynin.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de bi tundî bûyera kuştin û revandina hejmarek welatiyên gundê Ferhatiyê ya parêzgeha Selahedîn şermezar dike û radigihîne: “Pêwîst e Hikûmeta Iraqê, aliyên pêwendîdar û aliyên siyasî bi hevahengî sînorekê ji van cure tawanan re deynin.”

Li gundê Ferhatiye yê Selahedînê 12 kes ji aliyê grûpeke çekdar ve hatibûn revandin, duhî termê 8 kesên revandî hatin dîtin ku bi guleyan hatibûn kuştin û hîna çarenivîsa 4 kesên din ên revandî ne diyar e.

Di peyama Serok Barzanî de hat: “Bi tundî bûyera kuştin û revandina hejmarek welatiyên gundên Ferhatiye yê parêzgeha Selahedînê şermezar dikin.”

Serokê Barzanî ji bilî ku serxweşiyê û hevxemiya xwe ji malbatên qurbaniyên wê bûyerê re nîşan da, tekezî li wê kir: “Ji bo peydakirina aramî û parastina jiyana welatiyan, pêwîst e Hikûmeta Iraqê, aliyên pêwendîdar û aliyên siyasî bi hevahengî sînorekê ji van cure tawanan re deynin.”