Nêçîrvan Barzanî û balyozê Hindistanê kom bûn
Balyozê Hindistanê pesnê çanda pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê da.
Hewlêr (K24) - Îro danê sibê Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê pêşwazîya Balyozê Hindistanê yê li Iraqê Brender Singh Yadave kir. Konsolosê Giştî yê Hindistanê li Hewlêrê jî beşdarî dîdarê bû.

Di dîdarê de, li ser têkiliyên Hindistanê yên li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê axivîn. Her wiha rewşa hemwelatiyên Hindistanê yên li Kurdistanê jî gûftûgo kirin. Çareseriyên ji bo vîrûsa koronayê jî ji mijarên civînê bû.
Derheqê aboriyê de jî Serokê Herêma Kurdistanê piştrast kir ku ji bo veberhênana şîrketên Hindistanî yên li Kurdistanê dê bibin alîkar û asankariyê bikin.
Balyozê Hindistanê jî behsa çanda pêkvejiyanê ya li welatê xwe kir. Digel vê yekê; pesnê çanda pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê da.
Konsolosê Giştî yê Hindistanê Sûbhaş Çandra nû dest bi kar kiriye.

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî lê kir. Piştrast kir ku dê hevkariyê bikin. Got, dê alîkariya aborî bidin xwendekarên ji Herêma Kurdistanê yên li Hindistanê.
Di kombûnê de rewşa karkerên Hindistanî yên li Herêma Kurdistanê jî gûftûgo kirin. Nêçîrvan Barzanî pesnê rolê karkerên Hindistanî yên li Herêma Kurdistanê da.