Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Hindistanê li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Hindistanê li Iraqê Brender Singh Yadave kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Hindistanê li Iraqê Brender Singh Yadave kir.

Di hevdîtinê de, pêwendiyên Hindistanê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin.

Balyozê Hindistanê li Iraqê amadehiya welatiya xwe ji bo girîngîpêdana zêdetir bi pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê nîşan da, bi taybet di warê enerjî, çandinî û teknolojiya zanyarî (IT).

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ronahî xiste ser karnameya kabîneya nehem, bi taybet di warê pêşkêşkirina asankariyên pêwîst ji bo weberhênana navxwe û biyanî. Amaje bi pêgeha Herêma Kurdistanê kir ku dikare bibe bingeyeke bazirganiyê ya girîng li Iraq û navçeyê.