Îtîlafa opozîsyona Sûriyê êrîşa ser baregeha PDKê li Bexdayê şermezar dike
Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê (Îtîlaf) şewitandina baregehê PDK li Bexdayê şermezar kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê (Îtîlaf) şewitandina baregehê PDKê li Bexdayê şermezar kir.
Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê di daxuyaniyekê de, şewitandina baregehê PDKê li Bexdayê şermezar kir û got, ew derbarê wan kiryaran de dilgiran in û şewitandina baregehên siyasî, bi karekî nayê qebûlkirin, binav kir.
Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê amaje bi rola Serok Mesûd Barzanî derbarê şoreşa Sûriyê de kir û got: “Ev partî (PDK) bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî ji destpêka şoreşa Sûriyê ve li aliyê şoreşê bû.”
Îtîlafê got jî, ev karyar pencemora aliyên bi ser Îranê ve li ser e û divê sînorek ji vê tevlîheviyê re bê danîn.
Herweha ragihand, ev kiryar dibe sedema çêbûna duberekiyê di navbera tevahiya pêkhateyên Iraqê de, di demekê de ku pêwîstiya Iraqê bi yekgirtinê heye.