Li Herêma Kurdistanê 32 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest didin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 32 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 32 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 797 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 274 kes li Hewlêrê, 195 kes li Silêmaniyê, 31 kes li Germiyanê, 283 kes li Duhokê û 14 kes li Helebceyê ne.
Herwiha ragihand; 32 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 8 kes li Hewlêrê, 11 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Germiyanê, 9 kes li Duhokê û 3 kes li Helebceyê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 465 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 61703
Mirin: 2161
Başbûn: 37584
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.