Li rojavayê Kurdistanê 150 kesên din bi Koronayê ketin
Li rojavayê Kurdistanê pêketina 150 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) hat tomarkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojavayê Kurdistanê pêketina 150 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) hat tomarkirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kirin.
Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 150 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 17 kes li Hesekê, 20 kes li Qamişlo, 24 kes li Dêrikê, 14 kes li Girkê Legê, 6 kes li Rimêlanê, 3 kes li Amûdê, 2 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Çilaxa, 28 kes li Reqayê, 21 kes li Kobaniyê û 6 kes Minbicê ne.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 5 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 3098 kesan, ji wan 635 kes baş bûne û 95 kesan jî canê xwe ji dest dane.