Li Herêma Kurdistanê hejmara herî zêde ya pêketina koronayê hat tomarkirin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand: “Di 24 demjimêrên dawî de li Herêma Kurdistanê hejmara herî zêde ya pêketina koronayê (Covid-19) hat tomarkirin.”
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand: “Di 24 demjimêrên dawî de li Herêma Kurdistanê hejmara herî zêde ya pêketina koronayê (Covid-19) hat tomarkirin.”
Wezaretê eşkere kir: “Mixabin ji ber pabendnebûna bi merc û rênimayên tendirustiyê, roj bi roj hejmar û rêjeya pêketin û mirina bi vîrûsa koronayê zêde dibe.”
Di 24 demjimêrên borî de 1032 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 26 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1032 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 326 kes li Hewlêrê, 243 kes li Silêmaniyê, 28 kes li Germiyanê, 406 kes li Duhokê û 29 kes li Helebceyê ne.
Herwiha ragihand; 26 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 6 kes li Hewlêrê, 10 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Raperînê, 4 kes li Duhokê û 3 kes li Helebceyê.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 249 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku jê 114 kes li Hewlêrê, 15 kes li Silêmaniyê, 29 kes li Germiyanê, 65 kes li Duhokê û 26 kes li Helebceyê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 62735
Mirin: 2187
Başbûn: 37833
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.