Firokeyên Tirkiyê devera Qendîlê bombebaran kir
Firokeyên şer ên Tirkiyê vê êvarê careke din Qendîlê bombebaran kir.
Ranye (K24) – Firokeyên şer ên Tirkiyê vê êvarê careke din Qendîlê bombebaran kir.
Nûçegihanê Kurdistan24ê li devera Raperînê ragihand; vê êvarê firokeyên şer ên Tirkiyê gundê Rejûker ê li geliyê Şaroşyan ê li sînorê Qendîlê bombebaran kir.
Hêj nayê zanîn ku di encama bombebarana firokeyên Tirkiyê de li devera Qendîlê çi ziyanên giyanî û malî derketine holê.
Devera Qendîlê di destê çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ye û piştî hebûna wan hêzan li wê deverê, rê nehatiye dayîn ku îdareya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xizmetguzariyên sereke yên jiyanî bigihînin xelkê gundên li wê deverê.
Tirkiyê ji meha Hezîranê ve du operasyonên serbazî li dijî PKKê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê dane destpêkirin.
Heta niha Tirkiyê serkeftina operasyonên xwe li deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê ranegihandiye, tevî ku hewaya deverê ber bi serma û zivistanê ve diçe, tenê ew yek hatiye ragihandin ku "Tirkiye kariye metirsiya PKKê li sînorê çiyayê Heftanînê dûr bixe".
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çendîn boneyên cuda de ji PKKê daxwaz kiriye ku ji wan deveran derkeve û nebe sedema leşkerkêşiya artêşa Tirkiyê bo ser wan deverên sînorî.