Parêzgarê Hewlêrê bi Koronayê ket

Rêveberiya Nivîsgeha Parêzgariya Hewlêrê belav kir, testa vîrûsa Koronayê ji Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî re hate kirin û derket ku ew bi Koronayê ketiye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Nivîsgeha Parêzgariya Hewlêrê belav kir, testa vîrûsa Koronayê ji Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî re hate kirin û derket ku ew bi Koronayê ketiye.

Derbarê rewşa Tendirustî ya Parêzgarê Hewlêrê de diyar kir, rewşa wî baş û cîgir e.

Li Herêma Kurdistanê haletên Koronayê di zêdebûnê de ye, Hikûmeta Herêmê jî daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rêkarên tedirustiyê bibin û xwe xwe biparêzin.

Li gor dawî amarên Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, heta niha 62 hezar û 735 bi Koronayê ketine û 2 hezar û 187 kesan jî bi wê vîrûsê canê xwe ji dest dane.