Serokê Hikûmetê riya stratejî ya Rûviya – Gopal vedike
Riya stratejî ya di navbera Duhok û Hewlêrê de (Rûviya - Gopal) îro bi fermî ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve tê vekirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Riya stratejî ya di navbera Duhok û Hewlêrê de (Rûviya - Gopal) îro bi fermî ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve tê vekirin.
Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubat Talebanî, merasîma vekirina riya Rûviya – Gopal tê vekirin.
Ev rê, yek ji projeyên stratejî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di warê rê û pireyan de ye. Ev rê asankariyeke mezin ji bo çûnûhatina di navbera Hewlêr û Duhokê de dike.
Dirêjahiya rêyê 22 K.M e û ji 3 hêlên çûnê û 3 hêlên hatinê pêk tê. Tê de 6 overpass, pireyekê û 3 kîlometro otorê (otoban) hene.