Berpirsê Hevpeymaniya Niştimanî ji aliyê PKKê ve hatiye desteserkirin
Endamê Encûmena Cîbicîkar ê Hevpeymaniya Niştimanî Mihemed Girtkî li Qendîlê ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatiye desteserkirin.
Hewlêr (K24) – Endamê Encûmena Cîbicîkar ê Hevpeymaniya Niştimanî Mihemed Girtkî ku roja pêncşema derbasbûyî winda bûbû, li Qendîlê ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatiye desteserkirin.
Celal Ehmed, Endamê Encûmena Cîbicîkar ê Hevpeymaniya Niştimanî îro sêşemê 20ê Cotmeha 2020an ji Kurdistan24ê re ragihand: “Mihemed Girtkî ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatiye desteserkirin.”
Ehmed herwiha eşkere kir ku ji ber windabûna Mihemed Girtkî, partiya wan bi PKKê re ketine peywendiyê û endamên PKKê ji wan re gotine: “Belê, li cem me hatiye desteserkirin.”
Li ser sedema desteserkirina Mihemed Girtkî, Celal Ehmed ragihand: “PKKê Mihemed Girtkî bi wê yekê tohmetbar kiriye ku zanyariyan berhev dike û li dijî wan çalakiyan encam dide, lê negotin zanyariyan ji bo kê û ji bo kîjan alî berhev dike.”
Hevpeymaniya Niştimanî tohmetên derbarê Mihemed Girtkî de red dike û Celal Ehmed dibêje: “Em ji Partiya Karkerên Kurdistanê daxwaz dikin ku demildest hevalê me Mihemed Girtkî azad bikin.”
Bawer Mihemed, kurê Mihemed Girtkî berî niha ji Kurdistan24ê re ragihandibû: “Bavê min roja pêncşemê 15ê Cotmeha 2020an di demjimêr 09:00ê de li Ranyayê ji malê derket û di heman rojê de di demjimêr 12:00an de telefona wî hat girtin û winda bû.”
Malbata Berpirsê Devera Raperînê yê Hevpeymaniya Niştimanî di heman roja windabûna Mihemed Girtkî de, ewlehî û polîsên Ranyayê agahdar kirine.
Celal Ehmed dibêje: “PKKê bi xwe ji bo zanyariyan jê werbigrin, cihê xwe jê re şandine û Mihemed Girtkî jî bi tena serê xwe çûye cem wan.”