Encûmena Wezîran çend pirsan gotûbêj dike
Bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Encûmena Wezîran dicive û çend pirsan gotûbêj dike.
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Encûmena Wezîran dicive û çend pirsan gotûbêj dike.
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serperiştiya Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî dicive.
Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyan, di civînê de ev pirs tên guftûgokirin:
- Porjeya Xizmetê.
- Girft û çareseriya babeta kirîna genimê cotkatên Herêma Kurdistanê yê sala 2020an ji aliyê Hikûmeta Federalî ve.
- Babeta lêxweşbûna gumrikê ji bo hin amêr û madeyên seretayî yên projeyên çandiniyê û asankariyên ji cotkaran re.