Japon amade ye pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê bi pêş ve bibe
Serok Barzanî pêşwazî li Konsola Japon li Hewlêrê kir. Konsola Japon di civînê de tekezî li daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşvebirina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsola Japonê li Hewlêrê kir. Konsola Japon di civînê de tekezî li daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşvebirina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re kir.
Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Konsola Japon li Hewlêrê Nagayama Yushîko kir.
Di civînê de Serok Barzanî pîrozbahî li vekirina nivîsgeha Konsolxaneya Japonê ya li Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê ji Konsola Japonê re xwast di erkên wê de.
Her di wê civînê de, Konsola Japonê ji bilî rêzdariya xwe ya li hember gelê Kurd nîşan da, tekezî li ser xwesteka welat bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Federal a Iraqê û herwiha beşdarbûna wê di prosesa pêşxistin û avadankirinê de kir.
Konsola Japanê xweşhaliya xwe ji bo aramiya Herêma Kurdistanê nîşan û pîrozbahî li rêkeftina Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal de kir.
Guftûgokirina ziyanên nexweşiya Koronayê, tewereke din a hevdîtinê bû.