Siyasetmedar û nivîskar Newres Reşîd koça dawî kir

Endamê Ofîsa Lêkolîn û Akademiyê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Newres Reşîd li bajarê Hewlêrê koça dawî kir.

Hewlêr (K24) – Endamê Ofîsa Lêkolîn û Akademiyê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Newres Reşîd li bajarê Hewlêrê koça dawî kir.

Newres Reşîd di jiyana xwe ya siyasî de weke kesayetekî berceste yê xebata siyasî di rêza Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de xebitî û di rêza PDKê de çendîn pile û meqam jê re hatin dayîn.

Herwiha weke kesayetekî rewşenbîr di warê rewşenbîriyê de bi awayekî berdewam nivîskarekî xwedî qelemeke diyar bû û nêrîn û ramanên siyasiyan bi zimanekî rewan belav dikir.