Helîkopterên Tirkiyê li nêzîkî gundê Mêrgereş gulle reşandin
Artêşa Tirkiyê li nêzîkî gundê Mêrgereş ê ser bi nahiya Sîdekanê bi rêya helîkopteran bi tundî gulle reşandin.
Hewlêr (K24) – Artêşa Tirkiyê li nêzîkî gundê Mêrgereş ê ser bi nahiya Sîdekan bi rêya helîkopteran bi tundî gulle reşandin ser endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK).
Rojnamevanê li Kurdistan24 Tiwana Teha li deverê, dîmenên êrîşa îşev tomar kir û di vîdeoyê de xuya dike ku helîkopterên Tirkiyê ber bi deverên sînorê gundê Mêrgereş gulle direşînin.
Gundê Mêrgereş berê jî ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatibû bombebarankirin û nişteciyên wî gundî neçar bûbûn ku mal û milkê xwe berdin û ber bi nahiya Sîdekanê biçin.
Nahiya Sîdekan yek ji nahiyeyên herî mezin a ser bi navçeya Soran a parêzgeha Hewlêrê ye û ji ber şerê Artêşa Tirkiyê û endamên PKKê gelek zirar gihiştiye welatiyên wê nahiyeyê û gelek nişteciyên wan gundan, neçar bûne ku biçin navenda nahiyeyê.