SpaceX şandina 60 satelaytan betal dike
Plana SpaceX'ê ew e ku 12 hezar satelaytan bişîne ezmanî.
Navenda Nûçeyan (K24) - SpaceX, şandina 60 satelaytên ragihandinê yên fezayî betalkirin. Kamereya li ser roketa fezayî Falcon 9 xerab bû.
Kompaniya SpaceX bi hilberandina roket, satalayt û şatlên fezayî navdar e. Starlink jî beşek ji van xebatan e û 60 satelaytên raghandinê di nav de ne.
Şîrketê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku kameraya li ser Falcon 9'ê xirab bûye. Lewma şandina dihat çaverêkirin betal bû.
Li gor daxûyaniyê piştî lêkolîn û çêkirinên teknîkî dê ev koma satelaytan wein şandin.
SpaceX'ê herî dawî di 18 'ê Cotmehê de ji Navenda Fezayê ya Kennedy ya li Eyaleta Florîda ya Amerîkayê (DYA) 60 satalayt şandin.
Xwediyê SpaceX'ê Elon Musk e. Plana wî ew e ku 12 hezar satelaytan bişîne ezmanî. Tora orbita êrthê bi vî awayî temam bike. Li gor planan ev proje 2027'ê dê bigehe armancê.