Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî bo malbata Şefîq Qezaz peyama sersaxiyê weşand!
Peyama sersaxiya ya Serokê Hikûmetê...
Hewlêr (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serxweşî li malbata kesûkarên kesayetiyê navdar ê Silêmanî Dr. Şefîq Qezaz da.
Serokê Hikûmetê di peyama serxweşiyê de wiha dibêje:
"Mixabin min nûçeya koça dawî ya nivîskar û kesayetiyê navdar yê bajarê Silêmanî û wezîrê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şefîq Qezaz bihîst. Serê malbata birêzî sax be. Xwedayê mezin canê wî bi bihûşta xwe şad bike. Aramiyê ji kesûkar û malbata wî re dixwazim.
Şefîq Qezaz kî ye?
Nivîser û siyasetmedarê navdar Şefîq Qezaz şeva borî ji ver vîrûsa koronayê li bajarê Silêmanî koça dawî kir.
Qezaz, nivîskar û lêkolînerekî siyasî bû. Endamê Akademiya Kurdî bû.
Diyartirîn berhemên wî Ferhenga Şarezor û Ferhengeka Kurdî-Ingilîzî ne.
Serdema Şoreşa Îlonê jî nûnerê şoreşê yê Ewropa bû.
Piştî serkeftina şoreşê ji 1994'an heya 1996'an di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Wezîrê Alikariyên Mirovî bû. Her wiha serokê Akademiya Kurdistanê bû.