Ji Serokê Hikûmetê bo malbata Newres Reşîd peyama sersaxiyê
Hewlêr (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sebaret bi koça dawî ya nivîskar û rewşenbîr Newres Reşîd peyama sersaxiyê weşand.
Peyama Serokê Hikûmetê wiha ye:
"Mixabin nûçeya koça dawî ya nûser û rewşenbîrê navdar Newrez Reşîd gihişt min. Sersaxiyê ji binemala birêzî re dixwazim. Xwedayê mezin canê wî bi bihûştê şad bike, aramiyê bide kesûkar û hevalên wî."
Newres Reşîd kî ye?
Newres Reşîd xelkê bajarê Silêmanî ye. Endamê Akademiya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Partiya Demkrat a Kurdistanê (PDK) bû.
Nivîskar û rewşenbîrekî giring yê bajarê Silêmanî û tevahiya Herêma Kurdistanê bû.
Di jiyana xwe ya siyasî de digel PDK xizmetên mezin ji bo xelkê Kurdistanê kirine.