Bi teqîna bombeyê 3 leşker birîndar bûn
Dema hêzên leşkerî bombeyên hatine çandin betal betal dikirin...
Hewlêr (K24) - Îro li navçeya Mîqdadiye li parêzgeha Diyala bombeyek teqiya. Sê leşkerên Iraqê birîndar bûn.
Li gor daxûyaniyên fermî, "Dema hêzên leşkerî bombeyên hatine çandin betal betal dikirin, yek ji wan diteqe."
Li gor agahiyên herêmî di encamê de 3 leşkerên artêşa Iraqê bi dijwarî birîndar bûn. Hat zanîn ku rewşa birîndaran giran e.