Wezareta Tendirustiyê amarên herî dawî yên koronayê ragihand

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1053 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 20 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1053 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 20 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1053 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 461 kes li Hewlêrê, 83 kes li Silêmaniyê, 33 kes li Germiyanê, 32 kes li Raperînê, 425 kes li Duhokê û 19 kes li Helebceyê ne.

Herwiha ragihand; 20 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 4 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Germiyanê, 1 kes li Raperînê, 6 kes li Duhokê û 3 kes li Helebceyê.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 400 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku jê 124 kes li Hewlêrê, 12 kes li Silêmaniyê, 36 kes li Germiyanê, 207 kes li Duhokê û 21 kes li Helebceyê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 67184

Mirin: 2263

Başbûn: 39207

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.