HDP: Dixwazin bi danîna qeyûman hêviyên Kurdan bişkînin
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gel nûnerên saziyên sivîl ên bakurê Kurdistanê derbarê çareseriya pirsgirêkan de civînek li dar xist.
Diyarbekir (K24) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gel nûnerên saziyên sivîl ên bakurê Kurdistanê derbarê çareseriya pirsgirêkan de civînek li dar xist. Hevserokê HDPê Mîthat Sancar di civînê de amaje kir ku operasyonên ser HDPê êrîşên ser siyaseta demokratîk in.
Di civînê de Parlementerê HDPê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier amaje kir ku pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê pirsa Kurd e û heta ku pirsa Kurd çareser nebe aştî nayê Rojhilata Navîn jî.
Hevserokê HDPê Mîthat Sancar jî anî zimên ku bi tayînkirina qeyûman dixwazin Kurd hêviyên xwe ji hilbijartinê bibirin. Lê HDP ji bo ku vê nêrînê asteng bike heye û eger saziyên sivîl di wê baweriyê de bin em bi ser neketine bila me rexne bikin.
Sancar amaje kir ku deverên qeyûm lê hatin tayînkirin bajarên dengdêrên Kurd in û hember îradeya Kurdan qeyûm tê danîn û herwiha danîna qeyûman di heman demê de êrîşa ser nasname û zimanê Kurdî ye.