Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Mask û lepikan bi kar bînin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji welatiyan daxwaz dike ku bi bikaranîna mask û lepikan, hevdû ji koronayê biparêzin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji welatiyan daxwaz dike ku bi bikaranîna mask û lepikan, hevdû ji koronayê biparêzin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro şemiyê 24ê Cotmeha 2020an li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Çend rojên li pey hev, pêketina bi koronayê bilez zêde bûye, her yek ji me, erkê li ser milê me ew e ku em hevdû biparêzin, da ku em li hember koronayê bi ser bikevin, maskan bi kar bînin û lepik li destê xwe bikin.”

Ev hişyariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî di demekê de ye ku di van pênc rojên dawî de li Herêma Kurdistanê rojane zêdetirî hezar kes bi koronayê dikevin.

Li gor amarên Wezareta Tendirustiyê, ji destpêka belavbûna vîrûsa koronayê (Covid-19) heta niha 67 hezar û 184 kes li Herêma Kurdistanê bi koronayê ketine û ji wan 2 hezar û 263 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rayedarên tendirustiyê çendîn car û bi taybetî di van demên dawî de hişyarî dane û daxwaz kirine ku rêkarên xweparêziyê bi cih bînin, weke bikaranîna mask û lepikan û her dem paqijkirina destan, herwiha dûrketina ji cihên qerebalix.

Fly Erbil Advertisment