Li Herêma Kurdistanê 26 kesên bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 860 kes bi vîrûsa Koronayê ketine û 26 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 860 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 26 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 860 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 330 kes li Hewlêrê, 109 kes li Silêmaniyê, 28 kes li Germiyanê, 383 kes li Duhokê û 10 kes li Helebceyê ne.

Herwiha ragihand; 26 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 4 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 11 kes li Duhokê û 3 kes li Helebceyê.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 454 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 68044

Mirin: 2289

Başbûn: 39661

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.