Hevserokên HDPê yên Bazîda agiriyê hatin binçavkirin

Polîsên Tirkiyê avêtin ser avahiya HDP'ê ya navçeya Bazîda Agiriyê. Hevserokên HDP'ê yên Bazîdê Abdullah Ekekîk û Gonûl Ozturk hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsên Tirkiyê avêtin ser avahiya HDP'ê ya navçeya Bazîda Agiriyê. Hevserokên HDP'ê yên Bazîdê Abdullah Ekekîk û Gonûl Ozturk hatin binçavkirin.

Îro danê sibehê polîsan avêtin ser malên hevserokên HDP'ê yên Bazîdê. Di serdegirtina malan de polîsan Abdullah Ekelîk û Gonûl Ozturk binçavkirin. Herwiha polîsan riyên diçin navenda HDP'ê jî girtin. Piştre jî polîsan li avahiya HDP'ê dest bi lêgerînê kirin.

Hevserokên HDP'ê yên Bazîda Agiriyê bi endamtî û bangeşekirina ji bo PKK'ê tên tometbarkirin.

Pêr jî 22ê Cotmehê polîsên Tirk hevserokên bajarê Diyarbekirê Zeyad Ceylan û Hulya Alokmen û hevserokên HDPê yên navçeya Bajarê Nû ya Diyarbekirê Kasim Kaya û Remziye Sizici desteser kiribûn.