Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê çend biryarên nû derkirin
Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê ya Herêma Kurdistanê çend biryarên nû derkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê ya Herêma Kurdistanê çend biryarên nû derkirin.
Li gor biryarên nû: Çûnûhatina welatiyan û kesên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de di deriyê sînorî Îbrahîm Xelîl re û ligel Îranê di her sê deriyên sînorî (Hacî Omeran, Başmax û Perwîzxan) re asayî kir. Bi mercê navendek ji bo testa vîrûsa Koronayê hebe.
Herwiha li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, testa Koronayê ji kesên tên Herêma Kurdistanê re tên kirin. Heger test pozîtîv bû, rê ji bo nayê dayîn derbasî Herêma Kurdistanê bibin û ji bo welatên hatine dê bêne vegeran. Ji bilî welatiyên Iraqê.
Li gor biryarê, dukan, dibistan bi berçavgirtina rêkarên tendirustiyê tên vekirin. Hemû civîn, kombûn û konferans jî qedexe ne.
Divê li fermangehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkarên xweparastinê bên cibicîkirin, bi taybet bikaranîna maskê. Her fermanberek yan karmendekî hêzên Asayişa Navxwe yan Pêşmerge pabend nebe, dê were sizadan.
Her kesek mask bikar neyîne, bi 20 hezar Dînar tê sizadan.