Muhsin Tahir: Yekrêziya kurdî dikare gefên Tirkiyê vala derxîne

Endamê Polîtburoya PDK-Sê Muhsin Tahir derbarê gefên Tirkiyê li ser rojavayê Kurdistanê de ragihand, yekrêziya kurdî dikare gefên Tirkiyê vala derxîne.

Endamê Polîtburoya PDK-Sê Muhsin Tahir derbarê gefên Tirkiyê li ser rojavayê Kurdistanê de ragihand, yekrêziya kurdî dikare gefên Tirkiyê vala derxîne.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdisatanê – Sûriye (PDK-S) Muhsin Tahir li ser diyaloga kurdî – kurdî beşdarî bultena K24ê bû û bersiva pirsên Cemal Batun da û ragihand, armanceke sereke ya dameziramdina ENSKê, yekîtî û yekrêziya tevgera siyasî ye. Li ser vê bingehê jî du rêkeftinên yekrêziyê di sala 2012 û 2014an de îmze kirin.

Da zanîn jî, danûstandinên diyaloga kurdî – kurdî di navbera şandeyên ENKS û PYNKê de ranewestiyane, lê mixabin hin daxuyanî ji aliyê serkirdeyên şandeya PYNKê derdikevin, navekin xizmeta yekrêzî û diyalogê.

Amaje bi wê da jî, çend roj in danûstandinên diyalogê ji ber sedemine teknîkî ve rawestiyane. Hin endamên şanda PYNKê li derve ne û herwiha nûnera şanda Amerîkî jî li derveyî Kurdistana Sûriyê ye.

Tekez kir, ENKS heta roja îro rijd e li ser berdewamiya diyaloga kurdî û her çi astengî li pêş diyalogê hebe jî, kar ji bo rakirina wan astengiyan dike. Lê divê ev vîn jî li cem aliyê PYNKê jî hebe.

Li ser pirsa perwerdeya bi zimanê Kurdî, Endamê Polîtburoya PDK-Sê got, yek ji armancên sereke yên ENKSê, perwerdehiya bi zimanê kurdî ye, lê ENKS li dijî eydoljîkirina perwerdeyê ye. Nabe perwerdehiya bi zimanê kurdî bikeve berjewendiya partiyekê û nifşên kurdan li ser eydolojiya partiyekê bêne perwerdekirin.

Derbarê gefên Tirkiyê li ser rojavayê Kurdistanê û bandora diyaloga kurdî – kurdî li hember wan gefan de, Muhsin Tahir got, gefên Tirkiyê berî destpêkirina diyalogê hebûn û piştî diyalogê jî dê berdewam bin. Lê yekrêziya tevgera siyasî ya kurdî li Sûriyê dê dilrihetiyekê li cem aliyên navdewletî û welatên cîran de. Ji ber wê divê em rijd bin ku yekrêziya kurdî di demeke zûtir de pêk bînin.

Herwiha got: “Heger ev diyaloga bi serperiştiya Amerîka di demeke zû de bi ser bikeve, dê gefên li ser rojavayê Kurdistanê tenê di warê daxuyaniyan de bimîne. Lê heger em bilez nekin, her egerek dikare rû bide û dibe ku Tirkiye destêwerdaneke nû çêbike.”