Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd koça dawiyê kir
Serokê Yekîtîya Nivîskarên Kurdistanê Kakamam Fexrî Samî yê bi navê Kakam Botanî naskirî ye, îro koça dawiyê kir.
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Yekîtîya Nivîskarên Kurdistanê Kaka Mem Fexrî Samî yê bi navê Kaka Mem Botanî naskirî ye, îro li Hewlêrê koça dawiyê kir.
Li gor daxuyaniya malbata nivîskar, biryar e îro piştî nîvro cenazeyê wî li goristana Şêx Ehmed ya li Hewlêrê were veşartin.
Kakam Botanî 10.1.1937an de li Koyê ji dayik bûye û piştre ji ber Kurdperweriya malbata wan, bavê wî hat dûrxistin. Xwendina ya seretayî li gundê Hertele yê Xoşnawatî, bajarê Koyê û Silêmaniyê kiriye û xwendina xwe ya bilind jî li Bexdayê qedandiye.
Çîroka yekem a Kaka Mem Botanî di sala 1957an de hatiye weşandin, bi nerîna rexnegiran jî, taybetmendiyeke nû tê de diyar bû.
Ji sala 1968an vir ve bi alîkariya hin wêjevanên kurd li Bexdayê mijûlî avakirina rêxistina wêjeyî bû. Heta 10.2.1970 bi awayekî fermî Yekîtiya Nivîskarên Kurd hat damezirand.
Ji sala 1993 heta 2000 li Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, şêwirmendê rewşenbîrî bû.
Ji sala 2000 ' î û vir ve ji hikûmeta Siwêdê îqameya dabûyê.
Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd û endamê Yekîtiya Wêjevanan a Swêdê bû.