Li Herêma Kurdistanê 25 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 828 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 25 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 828 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 25 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 828 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha ragihand; 26 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane. 440 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 68872

Mirin: 2314

Başbûn: 40101

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.