Amarên nû yê Koronayê li rojavayê Kurdistanê: 150 pêketin û 3 mirin
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 150 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan canê xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 150 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan canê xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kir û ragihand ku 3 kesan li canê xwe ji dest dane. Ew 2 mêr ji Heseke û Kobaniyê û jinek ji Minbicê ne.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 150 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Haletên hatine tomarkirin wiha ne:
17 kes li Hesekê, 23 kes li Qamişlo, 31 kes li Dêrikê, 8 kes li Girkê Legê, 1 kes li Til Temirê, 2 kes li Amûdê, 2 kes li Tirbesipiyê, 2 kes li Çilaxa, 2 kes li kampa Holê, 24 li Kobanî, 11 kes li Tebqayê, 18 kes li Minbicê, 8 kes li Reqa û 1 kes li Şehbayê.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 15 kes jî baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 3948 kesan, ji wan 687 kes baş bûne û 115 kesan jî canê xwe ji dest dane.