Dana Gaz: Weberhênana li Herêma Kurdistanê firehtir dikin

Kompanyaya Dana Gas a Îmaratî ragihand, ew weberhemanîna petrol û gazê li Herêma Kurdistanê berfirehtir dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompanyaya Dana Gas a Îmaratî ragihand, ew weberhemanîna petrol û gazê li Herêma Kurdistanê berfirehtir dikin.

Kompanyaya Dana Gaz di daxuyaniyekê de aşkere kir, wê beşek ji karên xwe li kêlgehên petrolê yên li Misrê bi 236 milyon Dolar firotiye, ji bo projeyên xwe li cihekî din bi pêş bixin.

Serokê Cibicîkar ê Kompanyaya Dana Gas Dr. Patrick Allman Word di daxuyaniyekê de got: Armanca me her tim ew e ku em herî zêde qazancê bigihînin hevalbendên xwe. Rêkeftina firotina wan berjewendiyan li Misirê beşek e ji wê stratejîyê. Bi dawîkirina prosesa firotinê dê alîkariya me bike ku em rewşa xwe ya darayî bihêztir bikin da ku em li ser baştirkirina kar û xebatên xwe yên li Herêma Kurdistana Iraqê bikin.”

Serokê Cibicîkar ê kompanyaya Dana Gas ê got: “Herêma Kurdistanê xwedî yedekeke mezin a petrolê ye ku dikare bişkê me bigihîne zêdetir ji milyarek bermîlên petrolê. Di wê petrola xam de, birek bêhempa madeya Hydrocarbon tê de heye ku di pêşerojê de tê dîtin û pêşvebirin.”

Kompanyaya Dana Gas li Rojhilata Navîn taybet e di sektora gaza xwezayî de, yekemîn û mezintirîn kompanya ye. Di sala 2005an de hatiye damezrandin û li Îmaratên Erebî, Misirê û Herêma kurdistanê kar dike.