Peyama Serok Barzanî di sêyemîn salvegera dastana Sihêlayê

Serok Barzanî bi boneya sêyemîn salvegera Dastana Sihêlayê, pîrozbahiyê li Pêşmerge û gelê Kurdistanê dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya sêyemîn salvegera Dastana Sihêla, pîrozbahiyê li Pêşmerge û gelê Kurdistanê dike.

Serok Barzanî îro di twîtekê de ragihand: "Di sêyemîn salvegera dastana 26ê Cotmehê de, pîrozbahiyê li hêzên Pêşmerge yên leheng û tevahiya gelê Kurdistanê yên welatparêz dikim.”

Îro 26ê Cotmehê, sê sal bi ser dastana Sihêla re derbas dibin ku di sala 2017an de artêşa Îraqê û Heşda Şeibî êrîşî ser navçeyên Kurdistanî kirin, lê belê li devera Eyn Ozêr û li devera Zummarê, Pêşmerge dastaneke dîrokî tomar kir.

Tevî ku artêşa Iraqê wê demê di êrîşa xwe de tank, wesayîtên zirxî û tankên Abrams ên pêşketî bi kar anîn jî, Pêşmerge bi çekên sivik rûbirûyî wan bû û nehiştin ew bipêş bikevin.