Hêzên Rûsî û Tirkî li Dirbêsiyê digerin

Rûsya û Tirkiye gereke çavdêriyê ya hevbeş li gundên Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê pêk anîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rûsya û Tirkiye gereke çavdêriyê ya hevbeş li gundên Dirbêsiyêrojavayê Kurdistanê pêk anîn.

Peyamnêrê K24 li bajarê Qamişlo da zanîn, hêza Polîsên Leşkerî yên Rûsî û hêzên Tirkiyê bi 8 zirîpoşan û beşdariya 2 helîkopterên Rûsî gereke çavdêriyê ya hevbeş li gundên Dirbêsiyê kirin.

Peyamnêrê me destnîşan kir, gera çavdêriyê ji Deriyê Şîrik ê sînorî dest pê kiriye û li hin gundên li rojhilatê Dirbesiyê û gundên rojavayê bajarokê Amûdê jî geriya.

Ev ger di demekê de, berî du rojan artêşa Trikiyê beşek ji dîwarê sînorî di navbera bakur û rojavayê Kurdistanê de li bermaberî bajarokê Dirbêsiyê rakiribû.

Demek e ji aliyê Tirkiyê ve gefên destpêkirina operasyonên leşkerî li rojavayê Kurdistanê zêde bûye, rakirina wî dîwarî jî, metirsiya xelkê herêmê zêde kiribû.

Roja 19 'ê vê mehê jî gereke çavdêriyê ya hevbeş a Rûsî – Tirkî li heman herêmê birêve çûbû.