Hevpeymaniya Navdewletî tekezî li berdewamiya perwerde û piştevaniya pêşmerge dike
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê tekezî li ser berdewambûna perwerde û piştevaniya Pêşmergeyan ji bo rûbirûbûna gefên DAIŞê, komên terorîstî û parastina aramiya Herêma Kurdistanê dike.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê tekezî li ser berdewambûna perwerde û piştevaniya Pêşmergeyan ji bo rûbirûbûna gefên DAIŞê, komên terorîstî û parastina aramiya Herêma Kurdistanê dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li şandeke hêzên Hevpeymanan bi serokatiya Cîgirê Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraqê û Sûriyê General Kevin Copsey kir.
Di civînê de behsa pêşhatên dawî yên rewşa Îraq, deverê û girîngiya pêşdebirina hevkariyên di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan hate kirin. Tekezî li ser berdewamiya perwerde û piştgîriya Pêşmerge ji bo rûbirûbûna gefên terorîstên DAIŞê û komên terorîstî û parastina aramiya Herêma Kurdistanê hate kirin.