Li Efrînê motorsiklêtek teqiya: 2 kuştî û 3 birîndar
Li nav bajarê Efrînê yê rojavayê Kurdistanê motorsiklêtek teqiya.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li nav bajarê Efrînê yê rojavayê Kurdistanê motorsiklêtek teqiya û di encama teqînê de 2 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li nava Efrîna rojavayê Kurdistanê motorsiklêtek teqiyaye û di encama bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest dane û 3 kes jî birîndar bûne.
Li gor malperên xwecihî, motorsiklêta bombekirî, hêzên çekdar ên ser bi Tirkiyê kiriye armanc.
Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve heta niha, li herêma Efrînê car caran teqîn çêdibin û welatiyên sivîl jî di encama wan teqînan de dibin qurbanî.