DAIŞê efserekî kurd li Kerkûkê şehîd kir
Li Kerkûkê grûpeke çekdaran êrîşî ser kêlgeheke petrolê kirin û efserekî kurd şehîd kirin. Hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê jî radigihînin, êrîş ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Kerkûkê grûpeke çekdaran êrîşî ser kêlgeheke petrolê kirin û efserekî kurd şehîd kirin. Hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê jî radigihînin, êrîş ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye kirin.
Peyamêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, derengê şeva bûrî, hejmarek çekdarên DAIŞê êrîşî ser bîra petrolê ya hejmar 10 li kêlgeha Xebaze kir. Di pevçûna di navbera pasewanên kêlgehê û wan çekdaran de, efserê kurd Letîf Rehman şehîd bû.
Ev êrîşa çekdarî di demekê de ye, tevgera DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê zêde bûne. Hêzên ewlehiyê jî bi berdewamî li dijî wan çekdaran operasyonan pêk tînin.