Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ronîkirinek belav kir
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ronîkirinek belav kir û tê de ragihand, tenê daxuyanî û babetên li malpera fermi ya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê (https://www.krsc.gov.krd) tên belavkirin, derbirîna raya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dike.
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ronîkirinek belav kir û tê de ragihand, tenê daxuyanî û babetên li malpera fermi ya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê (https://www.krsc.gov.krd) tên belavkirin, derbirîna raya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dike. Her tiştekî din li derveyî vê çarçoveyê de be, derbirîna raya fermî ya Encûmena Asayişê nake.
Di deqa ronîkirina Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê de hatiye:
“Tenê daxuyanî û babetên li malpera fermi ya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê (https://www.krsc.gov.krd) tên belavkirin, derbirîna raya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dike. Her tiştekî din li derveyî vê çarçoveyê de be, derbirîna raya fermî ya Encûmena Asayişê nake.Em her hewldanek ji bo xapandina raya giştî û dijderketina li rayedarên fermî di bin her zextekê de red dikin. Em ji gelê Kurdistanê re piştrast dikin ku ev hewldanên bêencam me ji xebatên me sar nake û berdewam dibin li ser dabînkirina ewlehiya welatiyan û pûçkirin û rêgirtina li ber her hewldaneke têkderane û hemû kesên ku destê wan di van kiryarên terorîstî de hene dê rûbirûyê yasayan bibin.”