Hikûmet hevkariyê bi 140 hezar malbatên hejar re dike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li her çar parêzgehan, hevkariyan bi ser 140 hezar malbatên kêmdahat û hejar de belav bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê li her çar parêzgehan, hevkariyan bi ser 140 hezar malbatên hejar û kêmdahat de belav bike.

Berdevkê Wezareta kar û Karûbarên Civakî Aryan Ehmed ji K24 re ragihand: "Wê hevkariya ku li malbatên kêmdahat de tê belavkirin, 100 hezar Dînar e. Ew yek ji wan hevkariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku piştî belavbûna vîrûsa Koronayê biryara wê dabû."

Diyar kir jî: “Li Hewlêrê li 49 hezar malbat, li Silêmanî 36 hezar malbat, li Duhokê 35 hezar malbat, li Helebce 13 hezar malbat û  li Germiyanê jî 7 hezar malbat sûdê ji vê hevkarîyê werdigirin û dê di dema nêzîkeke nêzîk de belav bibin.”

Derbarê mîkanîza destnîşankirina malbatan de, Berdevkê Wezareta Kar got: "Malbatên kêmdahat li hin cihan bi riya dabaşkirina forman û li hin cihan bi riya muxtarên taxan hatine destnîşankirin. Me girîngî daye wê yekê, destpêkê li xelkê hejar û xwedî pêwîstiyên taybet û herwiha kesên ku mûçeyên wan kêm in û têra jiyana wan nake, belav bikin.”

Ragihand jî: "Bi riya Wezareta Kar, hikûmet bi hevkariya xelkê hejar û kêmdahat de berdewam dibe. Hejmarek rêxistin û sermayedar jî di destpêka belavbûna vîrûsa Koronayê de, hevkarî bi me re kirin ji bo alîkariya xelkê hejar û kêmdahat bikin.”