Navenda Hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de li Hewlêrê tê vekirin
Wezîrê Pêşmerge ligel Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyê civiya.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Pêşmerge ligel Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyê civiya û pêkanîna Navenda Hevbeş ya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Îraqê de yek ji mijarên civînê bû. Hat ragihandin, biryar e di destpêka meha bê de ew Navenda Hevbeş li Hewlêrê were vekirin û piştre jî ji Bexdayê bê vekirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge îro 28ê Cotmeha 2020an, Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl ligel Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyê Major General Kevin Copsey û şandeke bilind a şêwirmendiya leşkerî ya Hevpeymanan civiya.
Di civînê de ku hejmareke rayedarên payebilind yên wezaretê jî beşdar bûn, pêwendiyên di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Îraqê de hatin guftûgokirin. Herwiha guftûgo li ser mijara avakirina Navend Hevbeş di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de li deverên ku valahiya ewlekarî lê heye hate kirin.
Di daxuyannameyê de hatiye, Wezîrê Pêşmerge tekezî li ser nêzîkbûna her du Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê kiriye. Tê de daye xuyakirin ku biryar e di 1ê Mijdarê de Navenda Hevbeş a di navbera her du aliyan de li Hewlêrê û paşê jî li Baxdadê bê avakirin. Di encamê de, parastina ewlehî û aramiya navçeyê dê pêk were.
Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanê li Îraq û Sûriyê diyar kir û got: "Karkirina bi hev re ya hêzên şerê li dijî terorê û terorîstan kirine, riya me ya serkeftinê nêzîktir kiriye û dibe sedemekê girîng ji bo têkşikandina û metirsiyên terorê li navçeyê."
Pirsa çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge jî mijareke din a civînê bû. Wezîrê Pêşmerge da zanîn: “Niha me ji bo serxistin û bicihkirina naverokê wê pirsêm qonaxeke baş derbas kiriye.” Got jî: “Rola şêwirmendên Hevpeymanan di hevkarî û hevahengiya tîmên Wezareta Pêşmerge de, cihê pesn û qîmeteke mezin e.”
Major General Kevin Copsey pesnê rola qehremaniya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di rûbirûbûna terorê û parastina ewlehiyê navçeyê de da û got: “Xwesteka Hevpeymanan ew e ku hêzên Pêşmerge ligel artêşa Îraqê bigihin rêkeftineke dawî û bibe bingeheke baş ji bo rûbirûbûna metirsiyan.” Hevdem jî piştgîrî û piştevaniya hevpeymaniyê ji bo hevkariyên lojistî û leşkerî ji hêzên Pêşmerge û artêşa Îraqê re teqez kir.
Civîn, bi guftûgokirina li ser destpêkirina danûstandinan li ser pêkanîna binkeya serkirdatiya operasyonan li Iraq û Kurdistanê, piştî pêkanîna Navenda Ewlehiyê ya Hevbeş, bi dawî hat.