Hejmarek nivîskar û hunermendên kurd peyamekê arasteyî Konsolxaneya Fransa li Hewlêrê dikin
Nivîskar û hunermendên kurd dibêjin: “Dostanîya di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa de, gelek ji yadaştnameya çend parlemanteran mezintir û kûrtir e.”
Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmarek nivîskar û hunermendên Herêma Kurdistanê peyamek arasteyî Konsolxaneya Fransa li Hewlêrê kir û tê de ragihandin ku ew bi tundî yadaştnameya beşek parlemanteran a ku şandine konsolxaneya Fransî şermezar dikin. Nivîskar û hunermendan gotin: “Ew peyam li dijî pêwendiyên kûr ên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Fransayê de ye.”
Di peyama nivîskar û hunermendan de ku wêneyek jê ket destê 24ê tê de hatiye: “Roja 26/10/2020, 25 parlemanterên kurd li Kurdistanê, yadaştnameyeke nerazîbûnê daye Konsolxaneya we, bi armanca ku bigihe berpirsên welatê we. Ew yadaştname li dijî berjewendiyên bilind ên niştiman û gelê Kurdistanê ye. Herwiha li dijî pêwendiyên kûr ên dostane yên Herêma Kurdistanê û welatê Fransyê ye. Ji ber wê em komek nivîskar û hunermendên diyar ên Herêma Kurdistanê, bi tundî nerazîbûna xwe li hember helwesta wan 25 parlemanteran nîşan didin û wê şermezar dikin.”
Di beşeke din a peyamê de hatiye: “Hin parlemanterên ku bi xwe ji Herêma Kurdistanê re bûne pirsgirêk û bi derdewamî pirsgirêkan dirust dikin û ne di xema berjewendiyên bilind ên niştiman de ne û li dijî wê tevdigerin. Ji ber wê helwesta wan parlemanterên ku yadaştname îmze kiriye, bi girîngî nebin û piştguh bikin û nameya wan li ser Herêma Kurdistanê û xelkê hesab nekin ku her dem em xwe bi dostê nêzîk ê Fransa û gelê wê yê qehreman dizanin.”
Nivîskar û hunermenda got: “Dostanîya di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa de, gelek ji yadaştnameya çend parlemanteran mezintir û kûrtir e.”