Zêdetir ji 600 zarokên Ewropî li kampên rojavayê Kurdistanê ne
Zêdetir ji 600 zarokên endamên DAIŞê yên Ewropî li du kampên rojavayê Kurdistanê hene. Welatên wan ti gavê ji bo vegera wan navêje.
Navenda Nûçeyan (K24) – Zêdetir ji 600 zarokên endamên DAIŞê yên Ewropî li du kampên rojavayê Kurdistanê hene. Welatên wan ti gavê ji bo vegera wan navêje.
Du Lêkolerên Belcîkî di lêkolînekê de ragihandin, zêdetir ji 600 zarokên cîhadîst ên Ewropî, ku nêzîkî yek li ser sê ji wan Fransî ne, niha li du kampên bakura rojhilata Sûrîyê di bin kontrola Kurdan de têne girtin. Her du Lêkolîneran welatên wan zarokan bi wê yekê tometbar kir ku ew zarok piştguh kirine.
Pisporên di warê cîhadîstan de Rik Coolsaet û Thomas Renard li peymangeha Egmont a Belçîkî di lêkolîna xwe de diyar kirin, di navbera 610 û 680 zarokên Ewropî li kampa Holê û kampa Roj de li rojavayê Kurdistanê girtî ne.
Di lêkolînê de hat gotin, ev zarok di sala 2019an de ligel dayikên xwe yên ku piraniya wan di nava refên DAIŞ'ê de şer dikirin, hatine girtin.
Li gor lêkolînê, hejmara zêde ya zarokên girtî, Fransî ne û hejmara wan di navbera 150 ta 200 zarokî de ne. Herwiha 200 ta 250 ciwan jî hane. Herwiha zarokên ji Alman, Siwêd, Belçîka û Brîtanyayê hene.
Her du lêkolerên Belcîkî dibêjin, ew zarok bûne qurbaniyên şer û piştguhkirina hikûmetên Ewropî. Ew qurbaniyên biryarên dê û bavên xwe ne. Ew niha di rewşa dijwar de ne û nabe li wê deverê bimînin.
Herwiha lêkolîn dibêje, heger ew zarok vgerin welatên xwe, ew nabin “bombeyên demkî”. Dibêjin jî: ji 60 ta 70 ji wan zarokan hîna temenê wan negihîştiye 5 salan, beşeke din jî di bin 12 saliyê re ne û tenê çend zarok di temenê ciwaniyê de ne.
Derbarê çekdarên DAIŞê yên ku hatine girtin de gotin, divê li ber dadgeheke ser bi Rêveberiya Xweser ve werin dadgehîkirin, ji ber ku hîn jî welatên wan ên resen red dikin wan vegerînin.
Li kampa Holê bêhtir ji 64 hezar kes ji malbatên DAIŞê dijîn, piraniya wan Iraqî ne û dora 9 hezar û 500 welatiyên biyanî lê dimînin. Heta niha hikûmeta Iraqê û welatên Ewropî red dikin welatiyên xwe werbigirin.