Îran devera Biradost bombebaran û topbaran dike
Firokeyên bêfirokvan ên Îranê devera Biradost a Herêma Kurdistanê bombebaran kir. Piştre jî topxaneyê dest bi topbarana wê deverê kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên bêfirokvan ên Îranê devera Biradost a Herêma Kurdistanê bombebaran kir. Piştre jî topxaneyê dest bi topbarana wê deverê kir.
Rêveberê Nahiya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji K24ê re ragihand, îro berî nîvro firokeyeke bêfirokvan a Îranê li esmanê devera Biradost geriya û çend cih bombebaran kirin.
Got jî: Piştre, topxaneya Îranê dest bi topbarana zozana Berbizîn û gundên Telan, Binreşkîn, Binperêz li devera Biradostê kirin.
Rêveberê Nahiya Sîdekanê diyar kir, gundên ku îro hatine bombebaran û topbarankirin niha vala ne, ji ber ew zozan in û gundi tenê di werzê Havînê de ji bo çandiniyê diçin wan gundan.