Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo malbata Sedullah Peroş peyama sersaxiyê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata helbestvan û nivîskar Sedullah Peroş kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata helbestvan û nivîskar Sedullah Peroş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Mixabin agahiya wefata nivîskar û helbestvanê navdar ê Kurdistanê Sedullah Peroş gihişte min.”

Mesrûr Barzanî sersaxiya malbata Sedullah Peroş xwest û diyar kir: “Ez sersaxiya malbata cenabê wî dixwazim û hevparê xemgîniya wan im. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û aramî bide malbat û hevalên wî.”

Helbestvan û nivîskarê navdar ê Kurdistanê Sedullah Peroş îro ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) koça dawî kir.