Almanyayê dema erkê hêzên xwe li Iraqê dirêj kir

Parlementoya Almanyayê biryar da, dema erkê hêzên welatê xwe di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de li Iraqê dirêj bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlementoya Almanyayê biryar da, dema erkê hêzên welatê xwe di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de li Iraqê dirêj bike.

Biryara parlementoyê bi 431 dengên parlementeran, bi qebûlnekirina 209 parlementeran, hat pesendkirin.

Li gor biryarê, hêzên Almanyayê heta 15 mehên din û heta roja 31ê Çileya 2022an li Iraqê dimînin.

Di vê çarçoveyê de Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Mass ragihand; hê jî DAIŞ metirsiyek e û têk nebûye, şaneyên razayî yên li Iraq û Sûriyê encamdana karên terorî didomînin. Ji ber vê yekê divê hêzên Almanyayê rola xwe di rûbirûbûna DAIŞê de bilîzin.

Di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, 500 leşker û şêwirmendên Almanyayê li Iraqê erkê xwe bi cih tînin.