Hewlêr.. Nivîskarên kurd gul danîn pêş konsolxaneya Fransa

Nivîskarên kurd dibêjin, "Em misilman in, giringiyê didin dînê xwe. Lê em ji tûndrewan cûda ne."

Hewlêr (K24) - Li paytexta Herêma Kurdistanê nivîskarên kurd gûl danîn pêş konsûlxaneya Hewlêrê. Dilsozî û piştevaniya xwe ji bo xelkê Fransa diyar kirin.

Nivîskarên kurd dibêjin, "Em misilman in, giringiyê didin dînê xwe. Lê em ji tûndrewan cûda ne."

Nivîskaran li ser pankartan peyamên xwe yên aştî û hezkirinê pêşkêşî gelê Fransa kirin.

Nivîskar Cecar Cemal Xerib vê helmetê dide destpêkirin. Ji bo Kurdistan24 dibêje, "Em deyndarê Fransayê ne. Wan ji bo parastina me kurdan (1990'an) xeta 'fly zone' danîn (Firîna balafiran li ser herêma Kurdistanê qedexekiribûn). Alîkariya me xelkê Kurdistanê kirin.Xelkê Kurdistanê ji top, şer û balafiran xelas kirin. Ez peyamekê digihînim ji bo hemû xelkê Kurdistanê. Bi rastî milletê Kurdistan xelkekî misilman e. Peyamên Qûran û Îslamê pîroziyên wan in. Gelek gelek rêza me ji bo Qûran û îslamê heye. Lêbelê em vê jî dizanin ku, Fransa dewleteke ku alîkarî daye Kurdistanê."

Hevwelatiyek dibêje, "Dema dijwar de çi kesê piştevaniya me nedikir. Lê Fransayê alîkariya me kir. Bi wefadarî û dilsozî alîkarî wekî erka xwe dizanî. Lewra em spasiya xelkê Fransa dikin."

Hem welatiyek jî dibêje, Fransiyan hem piştevaniya kurdên Başûr û hem jî piştevaniya kurdên Rojhilat kirine.