Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm koça dawî kir

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm koça dawî kir.

Hewlêr (K24) – Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm koça dawî kir.

Necmedîn Kerîm çend roj berê tûşî celteya mejî bûbû û ji ber vê nexweşiyê di temenê xwe yê 71 salî de jiyana xwe ji dest da.

Ofîsa Necmedîn Kerîm ragihand: “Bi xemgîniyeke mezin, em radigihînin ku piştî nexweşketina çend roj berê, Birêz Dr. Necmedîn Kerîm, Parêzgarê Kerkûkê, şeva înê demjimêr 23:00 bi dema Amerîkayê (vê sibê li gor dema Hewlêrê) koça dawî kir.”

Ofîsê eşkere kir: “Li ser daxwaza Dr. Necmedîn Kerîm rehma xwedê lê be, cenazeyê cenabê wî bo Kurdistanê dê were anîn û bi awayekî demkî li Kurdistanê were bixaksipartin, heta wê dema ku bajarê Kerkûkê were azadkirin û di bin ewlehî û aramî û hêzên Pêşmerge de be, bi awayekî mayînde dê bo bajarê Kerkûka pîroz were veguhestin.”

Li gor wesiyeta Dr. Necmedîn Kerîm taziye dê neyê danîn, da ku qerebalixî çênebe û ji ber belavbûna vîrûsa koronayê, rewşa tendirustiya giştî were parastin.