Konsolxaneya Giştî ya Amerîka peyamek ji bo koça dawiyê ya Dr. Necmedîn Kerîm belav kir

Konsolxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê peyameke serxweşiyê ji bo koça dawiyê ya siyasetmedarê Kurd Dr Necmedîn Kerîm belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsolxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê peyameke serxweşiyê ji bo koça dawiyê ya siyasetmedarê kurd Dr. Necmedîn Kerîm belav kir.

Konsolxaneya Giştî ya Amerîka li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir: “Konsolxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê hevxemiya xwe bo koça dawiyê ya siyasetmedar welatparêz û bijîşkê neştergeriyê Necmedîn Kerîm radigihîne.”

Di berdewamiya twîtta xwe de ku bi Îngilîzî nivîsîbû, Konsolxaneya Amerîka tekez kir: "Em hevxemiya xwe kûr bi malbata Necmedîn Kerîm, hevalên wî, gelê Iraqê û Kurdistan re radigihînin."