Li Herêma Kurdistanê 28 kesên din Koronayê canê ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1054 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 28 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1054 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 28 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1054 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 398 kes li Hewlêrê, 202 kes li Silêmaniyê, 384 kes li Duhokê, 13 kes li Helebceyê, 41 kes li Germiyanê û 16 kes li Raperînê, ne.
Herwiha ragihand; 28 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 5 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 10 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê û 4 kes li Raperînê ne.
Hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 536 pêketiyên koronayê baş bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 77079
Mirin: 2483
Başbûn: 43345
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.